Şaredarîya Batmanê, koroya zaroka derxiste pêşberî temaşevanan.
Koroya zaroka ku ji zarokê 8-13 salî pêk te, di pêşengîya mamosteyê mûzîkê Mustafa Sevîm de roja
yekşemê li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn derkete ser dikê.
Gelek welatî û malbatê kursîyeran tevlî konsertê bûn. Di konsertê de gelek stran hatin gotin û
temaşvenan ew li çepika dan.
Konserta berî betlaneya dibistanê ya nîvê sala 2022-2023an ji bo xwendekaran bû moral.
Koroya Zarokan ya ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve ku giranîyê dide xebatê çandî ji alîyê xwendekar û
malbatan ve tê bijartin.

  • Ev naverok 2185 caran hat xwendin