Walî û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp civîna  AYKOME (Navenda Hevhengî û Binesazîyê) ya  li 51 bajarê ku ne bajarê mezinin dê bikeve merîyetê birêve bir û di derbarê xebatên binesazîya Batmanê ji gerînendeyên sazîyên bajêr agahî wergirtin.

Armanca AYKOME  ku ji bo xebatên binesazîyê bi awayekî hevhengî werin öeşandin hatiye damezrandin ew e ku tekilîya nava Şaredarîya Batmanê, Îl Ôzel Îdare, Sîbadaş, DEDAŞ Û Tûrk Telekomê were xurtkirin. Bi rêya pergala portal ya  nexşerêya  mobîl web hemû xebatên binesazîyê yên li bajêr pêk werin dê werin qontrolkirin û piştî erêkirinê bi awayekî hevhengî xebat dê werin destpêkirin.

Walî Canalp di civînê de di derbarê mijarê de ji Gerînendetîya Karê Fenê û Gerînendetîya Zanînkirarîyê agahî wergirtin û anî ziman ku ji bo gihandina welatîyan a xizmetan bi ewle û hevhengî dê werin meşandin. Walî Canalp xwest k udi xebatan de teseruf pêk were û bê astengî û bil ez xebat werin meşandin.

Plana Master ya  4 Sala Amade ye

AYKOME  nexşerêya xebatên binesazîya bajêr ya sazîyan yên salê 2023,2024,2025 û 2026an li pergalê bar kir, ne tenê heremî li cade û kuçeyan pergal digihe heta damarê piçuk. Bi vê yekê rêya  xebatên binesazîyê yên nepêwîst û bê dem were girtin.

Nexşerêya Binesazîya Bajêr Hate Çêkirin

Bi faalkirina AYKOME nexşerêyên binesazîyê bi tevahî li pergalê hatin barkirin bîra sazûmanî ya bajêr jî hate çêkirin. Bi vî awayî pergaleke piştî salan jî ji xebatan re bibe referans hate damezrandin.

  • Ev naverok 2142 caran hat xwendin