Şaredarîya Batmanê, bi konserta Awaza Stranên Kurdî Newayê Kurdî xatir ji sala 2022an xwest.

Alîkarê Şaredar Fevzî Bakir, Metîn Gûrbûz hezkiriyên mûzîkê, hunermendên deng û malbatê wan tevlî bernameya ji alîyê Koma Mûzîkê ya Şaredarîya Batmanê ve hatî lidarxistin bûn.

Konserta ku 26 stran bi tenê û koro hatin gotin de ji alîyê şef Mustafa Sevîm ve hate birêvebirin.

Konsert li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn hate lidarxistin. Hezkiriyên mûzîkê jî bi hunrmendan re stran gotin û konsert li ser qenala You Tube ya Şaredarîya Batmanê zindî hate weşandin.

Alîkarê Şaredar Metîn Gurbûz ve desteyek gul li ser navê korîsta li şef radestî Mustafa Sevîm kir û ji bo şeveke bi vî rengî lidarxistin spasîyên xwe pêşkeşî wan û mêhvanên li eywanê kirin.

  • Ev naverok 2014 caran hat xwendin