Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp li Navenda Dermankirin Lênihêrandin û Rehabîlîtasyona Ajalan ku çêkirina wê didome lêkolîn pêk anîn.

Navenda Dermankirin Lênihêrandin û Rehabîlîtasyona Ajalan kul i ser rêya  Heskîf li ser qadeke  45 dônim erd tê çêkirin dê bibe navenda dermankirinê ya  herî mezin a li herema Başur û Başurojhilatê Anadolu. Tevî qada ku ajal serbest bigerin dê di 80 dônimî de derfet ji ajalan re werin raberkirin.

Di serdana  Walî Canalp de ku alîkarê Şaredar Muzaffer Ôzkan, Fevzî Bakır û Metîn Gûrbûz cih girtin de Walî Canalp ji rayedaran di derbarê qada ku navenda dermansazîyê, emelîyatxane, laboratuwar, jura lênihêrandinê, jura rôntgen, dermanxane, post opratîf, depoya dermana û jura dermankirina zêde lê heye  agahî wergirtin.

 

Walî Canalp dazanîn ku  Navenda Dermankirin Lênihêrandin û Rehabîlîtasyona Ajalan kul i ser 45 dônim erd tê çêkirin dê bi 15 mîlyon lîre çêbibe û ev tişt anîn ziman: “ Bi vê qada me  avakirî em dê du projeyan karibin bimeşênin. Yek Navenda Dermankirin Lênihêrandin û Rehabîlîtasyona Ajalan. Bi vê projeyê em hewl didin li herema Başur û Başurrojhilatê Anadolu Navenda Dermankirin Lênihêrandin û Rehabîlîtasyona Ajalan çêbikin. Ev dezgeh birastî gelekî giring e. Heta  niha  ji sedî 80-90 yê projê temam bûye. Li vir hemû pêwîstîyên ajalan û xizmeta xesandinê jî di nav de em  gelek xizmetan dê ji bo ajalan raber bikin.

 

Ya duduyan qada gera serbest e. Di vê qadê de ji bo ajalan qadeke  ku serbest lê bigerin dê hebe. Ji bo hewandinê jî em dê stargehan ava bikin. Ji bo vî karî me  ji wezaretê beşek piştgirî jî stand. Tenê li Batmanê, têrê nake ku em va stargeha ava bikin. Pêwîste li bajarên derdorê, heremên derdorê û li her cihî werin avakirin ku hewandin û xesandina ajalan tam bê kêmasî pêk were.”

“Ji Bo Em Li Sehayê Bêhtir Bixebitin Em Hewceyî Piştgirîya We Ne”

Li ser pirsa rojnamevanan ya  gotin “Hûn diçine serdana  gundan û li navenda bajêr jî li sehayê ne? Walî Canalp destnîşankir ku 3 hezar 500 hevdîtinên kesên dixwazin wî bibînin hene, ne pêkan e di demeke kin de ev pêk werin ji bo ew nikare herkesî pêşwazî bike ew bixwe diçe nav welatîyan û ev tişt got : “ Ji bo ez bêhtir li sehayê bixebitim hewcetîya min bi piştgirîya we heye.”

 

  • Ev naverok 1644 caran hat xwendin