Ji bo 1850 avahîyên li  navçe û navenda Batmanê di çarçoveya  “ Mala Min e Pêşî, Karê Min î Pêşî” de ku di bin hîmaya  Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdoğan de ji alîyê Wezareta Jingeh, Bajarsazî û Guherîna  Avhewayê de têne çêkirin pişkavêtin pêk hat.

Walîyê me  Ekrem Canalp tevlî merasîma li Eywana Werzişê 19 Mayıs a girtî bû ev tişt anîn ziman : “Projeya  Avahîyên Civakî” projeya  herî mezin a Komarê ye. Erkên gelek cuda yên Dewletê hene. Ger hûn bê di nav van erkan de ya herî giring kîjan e; erka dewleta civakî ye. Ev erk çiqas giring be berîya 100 salî jî ewqas giring bû. Ev erk ji çaxa dewlet hebÛ ye giring û nirxdar bû ye. Çaxa hûn di nava  jiyana  aborî de hûn mirovan li gorî komê di nav wan de yan jî li gorî fizîka wan binirxînin hûnê bibînin komek mirov di nav civakê de meznayîyeke  aborî û xweşîyê di destê xwe de digirin. Ji bo jiyana xwe bidomînin di dayîna perwerdeyeke  baş ku didine zarokên xwe di pirsgirêkan na  jîn.

Lê di civakan de jî hinek beş hene  pewîste hûn ji wan re bibin piştgirî. Erka  dewletê ya civakî jî li vir dikeve dewrê. Kêmasîya welatîyên me  li kur hebe  hewl dide ku wir temam  bike. Ji bo vê hinek beşên dewletê vê yekê ji xwe re erk dibînin û di vê çarçoveyê de di xebitin.

Bi vî awayî em her sal bi buhayê 100 mîloyn lîreyan li welatîyên me  pêhewce belav dikin. Weqfa me ya  Alîkarîya  Civakî û Hevgirtinê, Gerînendetîya Xizmetên Malbat û Civakî, Şaredarîya me û hemû sazîên fermî di çarçoveya  derfetan de ji bo vê erka dewletê bînin cih di xebitin û kedê didin.  

Îro ji bo em bibin şahidê yek ji van kedan û merasîma  pişkê bi hev re pêk bînin em li vir civiyan. Ev ji alîyekî ve gelekî bi wate ye ji ber ku di dîroka  Komara me  de projeyên bi vî rengî gelek caran çê bûne û hîn jî didomin. Di wexta xwe ce projeyên TOKÎ hebûn. Destpêka  dahatên xercên derketina derveyî welêt jî bi armanca alîkarîya projeyên avahîyên civakî bi vî rengî bû. Lê îro asta em hatinê bi vîzyona  Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdoğan û telîmatên wî ev proje heta îro projeya  herî berfereh û a mezin e ya ku hatiye çêkirin. Bi belavbûna navçeyan jî projeya herî mezin a Komarê ye ku îro li ber me sekinî ye.

Em li alîyekî weke temsîlkarê dewletê bi Walîtî lê li alîyê din wek Şaredarê Batmanê, em li ser xwe erk dibînin ku li vir piştgiriyê bidine projeya ku Birêz Serokomarê me bi eşq, kêf û kelecanî daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li cihê ku ji bajarsazîyê ve werne vekirin ji bo projeyên avahîyên civakî em dê cih veqetînin.  Dixwazim ji mirovên me yên ku navÊ wan di nava  vê pişkê de dernekevin van tiştan bêjim. Dibe ku îro navê we derneketibe lê înşallah di dema pêş me de ez hêvî dikim ku di cihên nû ku em ji avahîsazîyê re vekin û ji projeyên avahîya civakî re cih veqetînin defetên me  yên pişkê çêbibin.

Bi van hestan ji bo ev proje bi vîzyon û rêbertîya xwe xiste merîyetê ji Serokkomarê me  Birêz Recep Tayyîp Erdoğan û Wezîrê Jingeh, Bajarsazî û Guherîna  Avhewayê Birêz Murat Kurum re spasîyên xwe pêşkeş dikim. We hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Sax bin, her hebin.”

  • Ev naverok 3112 caran hat xwendin