Şaredarîya Batmanê, li cihên weke  qadên hêşin di plana  bajarsazîyêde hatine diyarkirin xebatên parkan didomîne.

Gerînendetîya  Park û Baxçeyan li ser Cadeya Şehît Cemîl Turan ya  Taxa Çamlitepe ku berîya  hefteyekê xebatên rastkirin û dagirtina erdê pêk anîbûn li ser qadeke  3 hezar û 500 metrekare xebatên parkeke nû dane destpêkirin.

Bi çêkirina parka  nû ya di navê de sitûnên ronîkirin, bankên runiştinê, holik û ji bo zarokan qadên lîstokan dê hebin bigihije dîtbarîyeke cuda.

Şaredarîya Batmanê di demeke  kurt de nîvê xebatan temamkirin. Şaredarî hewl dide ji bo welatî bêhna xwe lê berdin demên xweş derbas bikin qadên xwezayî ava bike. 


  • Ev naverok 3969 caran hat xwendin