Tîma Zarokan ya Hentbol a 1955 Batman Beledîyespor di Şampîyonaya Tûrkîye de lîst.

Tîma Zarokan a Hentbolê di pêşbirkên Şampîyonaya Zarokan a Tûrkîye ku li Amasya 20-24 puşper de bi tîmê Van û Sakarya re rast hat Sakarya 18 û 9, Van jî 22 û 3 têk bir.

Di fînala navînî de Tîma Zarokan ya Hentbolê ya 1955 Batman Beledîyespor bi Bi Tîma Van Erek Beşyildiz re rast hat û ev tîm jî 11 û 5 têk bir.

Tîma Zarokan di fînalê de bi tîma Kastamonu re rasrt hat û bi têkbirineke 14 û 11 bu şampîyon.

Piştî pêşbirkan Gerînendeyê Karê Werzişê Burak Eren da got ku wan ev nîşane û kupa ji bo Şaredarîya Batmanê standine û ji bo piştgirîyê li ser navê werzişvanan spasî dane Walî û Wekîlê Şaredarê Batmanê Ekrem Canalp.

  • Ev naverok 1709 caran hat xwendin