Gerînendetîya Xizmetên Jin û Malbatan ya dibin sîwana  Şaredarîya Batmanê de dê xizmetan bide bi merasîmekê vebû. Li Navenda Piştgirîya Jin û Malbatan û Mala  Lêniherandina Bi Rojê û Qreşê di beşên cuda de kurs wê werin dayîn.

Navenda Piştgirîya Jin û Malbatan bi 3 dêrûnnas, 2 civaknas û 5 xebatkarên rêveberî dê ximetê bide û ji bo malbatan şêwirmendîya derûnî, hiqûqî û civakî bê pêkanîn. Ji Rêbendana 2021an ve ji 102 jinan  re ji alîyê derûnnas û civaknasan ve perwerde hatîye dayîn.

Mînîbûsa Dosta Astengdaran

Ji bo welatîyên astengdar û malbatên şêhîdan dibin sîwana Navenda  Jin û Malbatan de yekeyên şÊwirmendîyê vebûn. Mînîbûsa Dosta Astengdaran li gorî hewcetîyên welatîyÊn astengdar nava  hefteyê di navbera 08.00-17.00an de dê xizmetê bide.

Kursên Perwerdeya Zanyarî û Pîşeyî (BÎL-MEK)

Kursên BÎL-MEK ku dibin sîwana Navenda  Jin û Malbatan de  tên dayîn bi armanca kedê bidin debara jinan  dê di 9 beşên cuda de derfetên kar bide 150 jinî.

Qrêş û Mala Lênihêrandinê ya Rojê

Qrêş û Mala Lênihêrandinê ya Rojê ku dibin sîwana Navenda  Jin û Malbatan de vebûye li hember zarokên xebatkarên Şaredarîya Batmanê perwerdeyên, zanistî, hestîyarî, fizîkî û psîkomotor dê  werin dayîn.

Di merasîma vekirinê de Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredarê Batmanê Hulusî Şahîn, Alîkarên Şaredar Alî Osman Bîlgîlî, Adnan Yûrûk, Muzaffer Ôzkan Nûnera Komeleya Jin û Denokrasî (KADEM) ya  Şaxa Batmanê Parêzer Adîle Gûrbûz û gerînendeyên yekeyan cih girtin.


  • Ev naverok 10918 caran hat xwendin