Wesayîta berîya 3 mehan di encama qezayekê de binav bû bû ji alîyê Şredarîya Batmanê ve hate derxistin.

Keda desteya noqav ya Gerînendetîya Agirkujerîya Şaredarîya Batmanê encam da. Di 27 Tirmeh 2022an li bajarê Sêrtê navçeya Yağızlar nêzî pira Beyaz wesayîtek kete newalê paşî kete bendavê. Wesayît ji alîyê noqavên Şaredarîyê ve hate derxistin û ew dane xwedîyê wê.

Li ser xebatên fîrme û komên din wesayît nehate dîtin û di derbarê mijarê de daxwaz li Şaredarîya Batmanê hate kirin.

Ajokarê bi navê M.S dazanîn ku tevî malbata xwe qeza derbaskirin û bê birîn ew xilas bû ajokar ev tişt gotin : “ Min berîya niha serî li hin cihên din dabû lê wesayîta min nehate dîtin.

Ez hîn bûm ku desteya noqav ya Şaredarîya Batmanê dikare derxe. Min serî li Şaredarîya Batmanê da. Serlêdana min erênî hate bersivandin û wesayîta min hate derxistin. Xweda ji wan razî be.”

Piştî serlêdanê û bi erêkirina Şaredar wesayîta bi plaqeya 34 AE XXX hate derxistin.

  • Ev naverok 1638 caran hat xwendin