Şaredarîya Batmanê, dest bi xebatên dirûvdana daran kir. Xebatên li tevahîya park û baxçeyên bajer, rê û peyarêkan ji alîyê welatîyan ve gelekî tên ecibandin.

Gerînendetîya Park û Baxçeyan destnîşankir ku bi qasî kesaxa daran dirûvdana wan jî huner e û bi taybet dirûvdan dîtbarîyeke cuda raberî derdorê dike.

Xebatkarê Gerînendetîya Park û Baxçeyan dirûvdanê cuda cuda li daran dikin. Xebatkaran ev tişt gotin : “ Em bi dirûvdana daran dîtbarîyeke cuda raber dikin. Bi taybet darên hêşin û pelan naweşînin dibine berhemên hunerê. Bi gelemperî em dirûvdaneke xîtabî mirovên heremê dike didine daran.

Dar bi dirûvdanan hin xweşiktir dibin.

Şaredarîya Batmanê bi dirûvdana ku dide darên ji ber zivistanê pelan naweşînin hawirê xweşik dike.

Şaredarîyê di navbera 2020-2022an de darên ku cureyên çam, darareş, tu, sêva xemlê, alûçe û benav jî têde bi giştî 9 hezar û 896 dar çandin.

Desteyên xebatkar xebatên xwe yên dirûvdanê ku di meha sermawezê de dane destpêkirin dê heta adarê bidomînin.

  • Ev naverok 1676 caran hat xwendin