Mamosteyên Nirxdar,

Mamoste mirovê dila, perwerde jî karê dila ye. Mamosteyî sebir, ked û fidakarî dixwaze. Zor û zehmet e. Lê fêkîyê wê jî giranbuha ye. Di vê roja taybet de kêfa we parve dikim we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Ez roja hemû mamosteyê li Batman û her dera welatê me pîroz dikim.

Mamosteyên me yên ku ji bo civakeke ku ber bi paşerojê ve bi biryar bi meşe, madî manevî nojdar be û bi xwe bawer be çê bibe kedê didin erkeke pîroz dimeşînin. Nifşekî baş bi mamsoteyên baş pêkan e. Ji ber vê yekê ji bo hûn di kesayeta me de pîvan in layiqê her cureyê pesindanê ne.

Mamoste xerca paşeroja miletekî li hev dixe û nifşan di dezgehê xwe de fêr dike. Materyala pîşeyê mamosteyî ye mirov bixwe ye. Kesayetên kesan di destê wan de şekil distînin. Ji ber vê yekê di her pîşeyî de keda mamsoteyan heye. Gotina Hz. Alî ya dibêje Ezê çil salî bibim kôle ji kesekî ku tîpekê hînî min bike bi awayekî herî xweşik dide zanîn ku mafê mamsoteyan naye dayîn.

Di pêvajoya Şerê Xilasîyê de ji alîyê me teav ve tê zanîn ku keda mamosteyên ku jin û mer ji hev neveqetandin û ders dan di serfirazîya mezin de geleke. Ev buyera ku dîrok şahide ku ev meşaleya arêşa perwerdeya me vexistiye û ev gotina Sermamoste Atatûrk ya dibêje “ Xanim û Begên mamoste ku miletek ne xwedîyê artêşa zanebûnê be di qadê şer de çiqas serfiraz dibe bila bibe encamên hêja yên wê serfirazîyê encaq bi artêşa perwerdeyê pêkane. Ev artêşa duyem ku nebe serfirazîya artêşa yekem dê çilmisî be.” Pêwîste rêya we ronî bike û rêya we ya erka pîroz xêz bike.

Bi van hestan careke din roja hemû mamosteyên li çar alê welêt erka xwe pêk tînin pîroz dikim di serî de sermamoste Xazî Mustafa Kemal Atatûrk mamosteyên me yên mirî û yên bi şehadetê şerefgirtine bi rêzdarî bîrtînim ji mamsoteyên teqawit re nojdarî û ji mamosteyên ser erka xwe ne jî serkeftinê dixwazim.

Ekrem CANALP
Walîyê Batmanê

  • Ev naverok 1464 caran hat xwendin