Şaredarîya Batmanê,boneya “25 Mijdar Roja Hevgirtin û Tekoşîna Navnetewî ya Li Hember Tundîya Jinê” dê hinek bername li dar bixe.

Gerînendetîya Xizmetên Jin û Malbat ya Şaredarîya Batmanê ku bi kursan jinan perwerde dike jinê têne BÎL-MEK ya li Taxa Petrolkent jî di derbarê tundîya li ser jinê agahdar dike.

Civaknas Dîlber Baydis sêpana alîkarîya jinê KADES ji jinê Petrolkentê re boneya hefteyê vegot û di derbarê ku jin li rastî zextan werin dê çi bikin ew agahdar kirin.

Rayedarên BÎL-MEK di derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Jin bi sêpana KADES zana dibin. Em jinên ku têne kursê BÎL-MEK yên li taxê Kûltûr û Petrolkent agahdar dikin. Zext ne tenê fizîkî
ye. Pêşîgirtina derûnî, cinsî û aborî jî cureyê tundî û zextê ne. Jinê ku ji zilamê xwe, birayê xwe, bavê xwe zexta dibîne dikare bi hêsanî serî li me bide yan jî bi rêya sêpana KADES xwe
bixin bin ewlehîyê.

  • Ev naverok 1365 caran hat xwendin