Şaredarîya Batmanê, xebatên avahîyabingehî yên di 10 mehên sala 2022an de pêk hatin ji raya  giştî re eşkere kir.

 

Şaredarîya Batmanê ku di 6 mehan de 62 hezar û 376 metre xebatên avahîya bingehî pêk anîn di 4 mehên dawî de jî 34 hezar û 727 metre xetê ava vexwarin, baran û solînan danîn.

 

Di çarçoveya  xebatên ji bo paşerojê di navbera berfanbar û cotmehê de 42 hezar û 975 metre ava vewarinê, 47 hezar û 198 metre solîn û 6 hezar û 920 metre ava baranê danîn.

 

Walî û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp dem bi dem xebatan di cih de lêkolîn dike, agahîyan ji rayedaran werdigre û bibîrxist ku xebat bi awayekî hûr werin domandin. 

  • Ev naverok 1618 caran hat xwendin