Şaredarîya Batmanê, tiştên zarok dixwin qontrol dike.

Gerînendetîya Zabite ya Şaredarîya Batmanê li hember dikanên ku zarok tiştan beyî ku li dema wan ya dawî binêrin û dikirin venêrîn zêdekirin.

Gerînendetîya Zabite li dikandarên ku tiştên tevî ku dema wan burîye jî difroşin ceza birî û berî ku ev tişt li zarokan werin firotin hatin tinekirin.

Desteyên xebatkar bi hatina dawîya salê re ji nişka ve venêrînan li dikan û bûfeyên nêzî dibistanan pêk tînin.

Di venêrînên avî weke qola, ava fêkî û şîr de 463 lître tesbîtkirin ku dema wab bûrî ye yan jî xirabûne. Gelek amurên ku zarok dikirin hatin desteserkirin.

Di navbera xwarina hişk de jî bikûvît, kartolê qelandî, kûlîçe, dendik û nak, kek yek bi yek hatin lêkolînkirin û desteyên Zabite 921 kîlogram tişt birin Dezgehê Avêtîyê Hişk û ew tinekirin.

  • Ev naverok 1704 caran hat xwendin