Nexweşên li Yekeya Şêwirmendîya Tevgerên Fizîkî ya ji alîyê Şaredarîya Batmanê derman dibin kêfxweş in.

Nexweşê ku xwîn çû ser mêjîyê wî bi hînbûna ku ev xizmet li Navenda Rehabîlîtasyona Şaredarîya Batmanê tê dayîn ji çûyîna xwe ya Ankara gera.

Nexweşê berîya niha nikaribû bi meşe û alîkarî ji malbata xwe dixwest bi tevgerên rast hate asta ku hewcetîyên xwe bi xwe bibîne.

Newxweşê bi navê S.Ö ev tişt gotin : “ Ji ber xwîn çû ser mêjîyê min alê min î çepê şaht bû.

Min nikaribû ling û destê xwe yî rastê bikar bînim. Piştî nexweşxaneyê nêzî 8-9 mehan min ez li mal derman bûm. Heta berîya 3 mehan min nikaribû rûnim. Ez hîn bûm ku li Şêwirmendîya Tevgera Fizîkî ev êş tê dermankirin. Piştî eleqeya bijîşk başbûnî min dît. Niha bi rêya kopal jî be ez dimeşim. Ez dikarim rabim linga. Niha dikarim bimeşim, bisekinim, hevsengîya xwe saz bikim.”

Fîzyoterapîstê Şêwirmendîya Tevgera Fizîkî ya Gerînendetîya Karê Tendiristî ya Şaredarîya Batmanê Ridvan Yilmaz ev got : “ Çaxa nexweş serî l ime da nikaribû li piya bisekine. Pêvajoya rehabîlîtasyonê dest pê kir. Êdî kare bi sekine. Bi kopalê sêdar bi tenê dimeşe. Şaredarîya me dest bi xizmeteke bi vî rengî kir. Tiştê ji destê me tê em dikin. Înşallah ji nexweşê xwe re em bi fêde ne.”

  • Ev naverok 2167 caran hat xwendin