Buyera balkêş ya li Taxa Sağlik bi xebata desteyên BASKÎ bi xweşî encam bû.

Li Batmanê jinekê gustîla tilîya xwe xiste çala solînê, li ser vê yekê agahî da BASKÎ.

Jina neçar ji bo gustîla nirxê wê yî manevî zêde ye alîkarî Gerînendetîya Av û Solînan xwest.

Xebatkarê BASKÎ agahî da gerînendetîyê. Paşî hemû girêdanê çalê hatin kutkirin û bi alîkarîya Wesayîta Danîşana Solînan û vîdanjôrê ava avêtî hate kişandin.

Xwedîya gustîlê piştî xebata bi zehmet spasîyê xwe dane desteyên xebatkar.

Rayedarên Şaredarîyê jî destnîşankirin ku cara yekem bi buyereke wiha dîtine û ji ber ku çareserkirine kêfxweşîya xwe anîne ziman.

  • Ev naverok 1880 caran hat xwendin