LI NEH Û PÊNC DEQEYAN SEKINÎ
Avakarê Komara Tûrkîye Xazî Mustafa Kemal Atatûrk di 84emîn salvegera wefata xwe de li Batmanê hate bîr anîn.
Bernameya 10 Mijdar Bîranîna Atatûrk, bi danîna Çelenga ber Abîdeya Atatûrk ya li Baxçeyê Walîtîya Batmanê dest pê kir.
Piştî danîna çelengên Walîtî, Fermandarîya Garnîzonê û Şaredarîya Batmanê ya Abîdeya Atatûrk saet di 09.05an de ji bo bîranîna Xazî Mustafa Kemal Atatûrk bi sîrena re deqeyekê rêz hate girtin û Merşa Îstîklalê hate xwendin.
Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp, Fermandarê Garnîzonê Tuğgeneral Îhsan Kaplan, endamê protokolê, endamê leşkerî, Rêxistinên Civakî, Temsîlkarê partîyên sîyasî, mamoste û xwendekar tevlî merasîmê bûn.
Bername li Eywana Konferansê ya Gerînendetîya Çand û Geştûguzarî ya Bajêr dewam kir.
- Ev naverok 1886 caran hat xwendin