KONSERTÊN PARKAN BIDAWÎ BÛN
Di konserta dawî ya 2. Şahîyên Parkan yên ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve têne lidarxistin de hunermend Taha Dağcıoğlu derkete ser dikê.
Şahîyên Parkan ku sala 2emîne ji alîyê Gerînendetîya Çand û Karê Civakî ya Şaredarîya Batmanê ve têne lidarxistin li 20 parkên ku li deverên cuda yên Batmanê ne pêk hatin.
2. Şahîyên Parkan ku 7 Tebax roja Yekşemê li Parka Sağlikli Yaşam bi konserta Gultekîn Gônûlaçar hatibûn destpêkirin. 8 Îlon pênçşemê bi konserta hunermend Taha Dağcioğu ya li Parka Salîh Gôk bidawî bû.
- Ev naverok 1721 caran hat xwendin