Şaredarîya Batmanê xebatên Jinûve Avakirina Besta Îlûhê ku Adara 2022an dabûn destpêkirin didomîne.

Di çarçoveya xebatan de ku bi giştî 81 avahî dê werin hilweşandin heta niha 12 avahî hatin hilweşandin û biryara hilweşandina 28 avahîyên din hate dayîn.

Çaxa yekem beşa hilweşandina avahîyan qedîya beşa dudiyan dê were destpêkirin.

Besta Îlûhê ku pirsgirêka sereke ya Batmanêye 15 kilometreyan direje. Jiber bêhna dida derûdorê û welatî jiber tengezar dibûn hertim dibû mijara gilî û gazinan.

  • Ev naverok 2243 caran hat xwendin