Şaredarîya Batmanê  xebatên ku ajalên li kuçeyan xesarê nedin kesan û bi awayekî baş jiyana xwe berdewam bikin bênavber didomin.

Desteyên Gerînendetîya  Karên  Beytarî di saetên sibehê de dest bi kar dikin gilîyan dinirxînin. Desteyên  li mala lênihêrandinê jî bi dermankirina ajalan  re mijul dibin.

Gerînendetî bi 3 beytar  û alîkarên wan xebatan dimeşînin û 2 hezar û 500 gilî hatin nirxandin. Her wiha 794 pisîk  û kuçik  hatin dermankirin. 

Di 6 mehên dawî de rayedaran 110 kesên hatine mala lênihêrandinê di derbarê ajalan de ahagdarkirin û bi rêya  wan 31 ajal jî bi xwedî bûn. Deste bo cureyên  qedexe jî xebatan didomîne. Her wiha lênihêrandin û dermankirina 40 ajalên ku ji cureyên qedexe ne û bi alikarîya polîs  û cendirmeyan hatine pêk te.

  • Ev naverok 1787 caran hat xwendin