XIZMETÊN ŞAREDARÎYÊ BI WESAYÎTÊN BI ÇAVKANÎYÊN ME HATINE KIRÎN DÊ BIDOMIN
Şaredarîya Batmanê, bi armanca xizmetên bi qelîte raberî welatîyan bike, bihêzkirina parka wesayîtan didomîne û 10 qemyon, 2 wesayîtên daneheva gelaşî û 1 wesayîta xizmetê kirî.
Alîkarên Şareda Muzaffer Ôzkani Adnan Yûrûk, Metîn Gûrbûz û gerînendeyên yekeyan û endamên çapemenîyê tevlî merasîma radestkirinê ya li Gerînendetîya Dabînkirin û Sexberîyê ya Makîne bûn.
Alîkarê Şaredar Muzaffer Ôzkan di derbarê mijarê de ji endamên çapemenîyê re ev agahî dan: “Bi destpêka havînî re ji şuna wesayîtên bi rêya demankirinê di xebatên esfalt, BASKÎ û avahîyabingehî de tên bikaranîn ve me wesayîtên bi çavkanîyên xwe kirîne xistin dewrê. Ji bo xebat zûtir pêk werin em vê xizmetê didine welatîyên Batmanî. Ev wesayîtên nû nêzî 22 mîlyonan hatin kirîn. Çi rêbûs çi wesayîtên kar me hejmara wesayîtan gelekî zêdekir. Bi wesayîtên me kirîn em di qadeke ferehtir de xizmetê didin. Armanca me xizmetên li Batmanê bi qelîte werin domandin. Ji Batmanê re bi xêr be.”
- Ev naverok 1673 caran hat xwendin