Gundê Ulaş Mala  Mihemed Şerîf Şîmşek

Mal, li gundê Ulaş yê girêdayî Navçeya  Kercewsê ye. Gundê Ulaş 64 km li başurrojhilatê Batmanê, 18 km rojhilatê Kercewsê ye.

Mala Mihemed Şerîf Şîmşek di roja me de xerabe ye û hatiye terikandin. Avahîyeke ji du qatan pêk te. Qata binî ji bo ajal û depo çêbûye, qata ser jî ji bo jiyana mirovan hatiye çêkirin. Li qata jêr ji başur ve sê ketinên avhîyê hene. Avahî çargoşe hatiye plankirin. Du têketina avhîyê ya alîyê başur li rasta têketina qata jor hatiye çêkirin. Li başu bi dernceyeke  rojhilat û rojava  têketin li avahîya pêk te.

Li enîya başur derîyekî ketinê gurover bi qarîş heye lê hatiye girtin. Têketin li kêlekê di derîyê çargoşe re pêk te. Di avahîyê de li beşa rojhilat ya enîya başur derîyek heye. Di avahîyê de nîşên bi qarîş û du pacêyên mezin hene. Li kêleka  têketina avahîyê de dernceyek heye. Jora avahîyê ji daran pêkhatiye û ser daran bi axê hatiye girtin. Di çêkirina avahîyê de kevirên birî, kevirên avêtî û xerca cas hatiye bikaranîn.

  • Ev naverok 4590 caran hat xwendin